Vê sibê dagirkeriya Tirk gundên Til Rifata û Şehba bi dijwarî hatin topbarankirin.
Dewleta Tirk a dagirker vê sibê derdora Til Rifat bi taybetî Gundê Şêx îsa Topbaran kir.
Di encama êrişa li ser gundê Şêx îsa de 3 leşkerên hikûmeta şamê birîndar bûn.
Di heman demê de gundê Hirbil, Til Cîcan û Til Medîq a Şehba Topbaran kir.
Pê ve jî Girêdayî Balafirên şer ên ne diyar liser Şehba û Şêrewa digerin
Doh êvarê jî rtêşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrawayê, dîsa jî gundên Tinib, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê yên navçeya Şera topbaran kir.
Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê bajarokê Kefer Emê yê başûrê Helebê topbaran kir û di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest da, her wiha gundê Meerbelît ê başûrê Îdlibê jî topbaran kir.
Dagirkeriya Tirkiyê depoyê genim ê Til Temir topbaran kir
Dagirkeriya tirkiyê li xeta til temir jî êriş û topbaranê xwe berdewam dike
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên genim ên gundê Um êl Kêf yê til temir bi çekên giran topbaran kir.