Pirsgirêka çopa li gundê Navkurê yê Qamişlo

Şêniyên gundê Navkurê yê Qamişlo ji ber avêtina çopa bajar li wir bi gazinin û li ser giliyên şêniyan Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê hewl dide pirsgirêkê çareser bike. Lewma Deste hewl dide kargeheke ji nû ve bikaranîna çopê li başûrê Qamişlo dûrî bajêr û bîran ava bike.

Gundê Navkurê, 5 km bakur rojhilatê Qamişlo ye.

Ev gund jî bûye cihê sergoyê yê giştî ya Qamişlo û gundên wê.

Ne tenê ev, di havînê de agir bi vê çopê dikeve û bihn û doman li ser Qamişlo belav dibe.

Helbet şêniyên gundê ji ber vê rewş bi gazinin û ditrisin ew û zarokên wan nexweş bikevin.

Belavbûna vîrûsa Corona ev xeterî li cem gundiyan zêdetir kir.

Li ser giliyên şêniyan Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê hewl dide pirsgirêkê çareser bike.

Di çarçoveya hewldanên çareseriyê de wê kargeheke ji nû ve bikaranîna çopê li başûrê Qamişlo ava bike.

Endama rêveber a rêveberiya Hawîrdorê ya herêma Cizîrê Kewser El-Nasir qala projeyê kir û diyar kir ku proje wê sala 2019’an pêk hatiba, lê ji ber êrişên dewleta Tirk û ji ber derketina vîrûsa Coronayê proje dereng ket.

Kewser Nasir destnîşan kir ku, piştî erêkirina Desteya Çandiniyê ew derfeta veguhestina sergo ji bo cihek nû dinirxînin.

Li gorî Kewser El-Nasir tê payîn proje dawiya 2020’an dest pê bike.

Back to top button