HPG: Li Zap û Metîna derbên giran li dagirkeran hate xistin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê didomin û gerîla jî bersiva êrişan didin.
HPG’ê diyar kir di 7 û 8’ê Mijdarê balafirên şer 18 caran qadên gerîla bombebarankirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Hêzên gerîla jî bi çalakiyan bersiva êrişan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişan û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêzên HPG’ê û YJA Starê 7 û 8’ê Mijdarê li qadên Girê Cûdî û Girê Amediyê yên girêdayî herêma Zapê û li qadên Girê Ortê û Girê Çarçel yên girêdayî herêma Metîna li dagirkeran xistin.

Hate diyar kirin di encama çalakiyan de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

HPG: Balafirên şer 18 caran Zap, Garê û Qendîl bombebaran kirin

HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:

“7 û 8’ê Mijdarê Herêmên Zap, Garê û Qendîlê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.

Artêşa Tirk ku li qada şer xitimî ye, bi êrîşên hewayî, bombardûmana bejahî, bikaranîna teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî ji ber tedbîrên xurt ên gerîla nikare encamê bigire.”

Back to top button