HPG: Hevalê me Erdal Tolhildan li Kato Marînos şehîd bû

HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku li herêma Kato Marînosê yê sala 2020’an de şehîd bû bi bîr anî û got, “gerlîla Erdal tolhildan bi fedakarî û kedkariya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt.”

HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir 26’ê Îlona 2020’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Kato Marînosê de, Erdal Tolhildan şehîd bû.

HPG’ê li ser jiyan û têkoşîna şehîd wiha got,

“Heval Erdal bi bawerî û biryardariyeke xurt tevlî têkoşîna azadiyê bû. Ji roja destpêkê ya tevlî bûyî û heta kêliya ku şehîd bûyî, xwe fedayê têkoşînê kir.

Hevak Erdal ji bo ku ji têkoşîna azadiyê ya gelê me re bibe bersiv, li gelek deverên Kurdistanê bi lehengî şer kir.”

HPG’ê di serî de ji malbata Erdal û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Nasnameya gerîlayê şehîd de wiha ye:

Nasnav: Erdal Tolhildan
Nav û Paşnav: Mûrat Şakrak
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Bedriye
Navê Bav: Yakûp
Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Îlona 2020’an / Kato Marînos

Back to top button