Lîstikvan û studyoyên li DYA’yê li hev kirin: Gireva lîstikvanan bi dawî bû

Piştî greva 118 rojan lîstikvan û studyoyên Hollywoodê li hev kirin.
Li gorî lihevkirinê wê studyoyên Hollywoodê daxwazên lîstikvana bi cîh bîne.
Li ser vê lihevkirinê lîstikvanan jî dawî li girevê anîn.

Yekîtiya Lîstikvanan (SAG-AFTRA) û studyoyên Hollywoodê ji bo bidawîkirina greva 118 rojan li ser peymanek demkî li hev kirin.

Ji ber girevê bi sedan rêzefîlm û fîlmên navdar ên televizyonê hatin rawestandin.

Vê yekê jî milyaran dolar zirar gîhande aboriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Piştî vê studyoyên Hollywoodê neçar ma ku guh bide daxwazên lîstikvanan.

Bi bidawîbûna grevê re dê sehneyên fîlman careke din vebin û lîstikvan wê karibin vegerin ser karên xwe.

Her wiha bi hezaran kesên ku di pîşesaziyê de dixebitin wê carake din dest bi kar bikin.

Niha jî divê peyman ji aliyê desteya rêveber û endamên sendîkayê ve were pejirandin.

Dibe ku pêvajo bi hefteyan bidome, lê tê payîn ku peyman were pejirandin.

Jixwe beriya greva lîstikvanan greveke nivîskaran jî hebû, ji ber vê yekê stûdyo di nava tengasiyeke mezin de ye.

Ev cara yekem bû ku du sendîka di heman demê de dest bi grevê kirin.

Bi destpêkirina çalakiyê re çêkirina gelek rêzefilman ji bo salên pêş hat taloqkirin.

Ji ber ku piraniya lîstikvanan bi zehmetî debara jiyana xwe dikirin.

Lewma asta dev ji kar berdanê jî pir zêde bibû, bi vê yekê re pêywîstî bi destpêkirina girevê hate dîtin.

Li gorî aborînasan, grevê 6 milyar dolar zirar daye aboriya Amerîkayê.

Li gorî peymanê, mûçeyên herî kêm ên lîstikvanan wê li gorî peymana berê ji sedî 8 zêde bibe.

Her wiha li hev kirin ku ji bo lîstikvanên di berhemên gelêrî de cih girtine jî ji derveyî mûçeyên wan alîkariyek bê kirin.

Back to top button