“Îsraîlê derdora balafirgeha Heleb û depoyên li nêzî balafirgehê topbaran kir”

Vê êvarê li dijî balafirgeha navneteweyî ya Helebê êrişeke bi moşekan pêk hat. Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê ragihandin ku Îsraîlê êrişî paytexta Sûriyê Şam û gundewarê wê kiriye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Îsraîlê derdora balafirgeha Heleb û depoyên li nêzî balafirgehê topbaran kiriye.

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê got ku dengê teqînan li Helebê hatiye bihîstin û lêkolîn der barê de berdewam in.

​​​​​​​Piştî Heleb Îsraîl êrişî Şam û gundewarên wê kirin

Ajansa SANA ya hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastinê ya hewayî ya hikumeta Şamê moşekên dijber li asîmanê Şamê û gundewarê wê bê bandor kirine.

Piştî êrişa li ser Helebê, Îsraîl bi moşekan êriş bir ser Şam û gundewarê wê.

Back to top button