SABAHAT TÛNCEL Û SELMA IRMAK ÎRO KETIN GREVA BÊ DEM Û BÊ DORVEGER

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlementera HDP’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan liberxwe dide.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven bi awayekê bêdem û bêdorveger 69 roj in dewam dike.

Guven demê dawî êdî nema kare rabe ser piyan û derkeve hevdîtina parêzerên xwe.

Li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, parlementera HDP’ê Leyla Guven li zindana Amedê, 8’ê Mijdara 2018’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Çalakiya bêdem û bêdorvege do roja xwe a 69’an de ye.

Piştî hevdîtina ku birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan 12’ê Çile li Îmraliyê kirî, Leyla Guven daxuyaniyek da û wiha got:

Her çendî wergirtina agahiyeke ji bo Birzê Ocalan çavkaniya moral û kêfxweşiyê be jî lê ev yek bi ti awayî nayê wateya şikandina tecrîdê.

Lewma bila kes ne li bendê be ku em ê çalakiya xwe bidawî bikin.

Di vê navberê de rewşa tendirûstiya Guven di rojên dawî de pir giran dibe..

Demek dirêje Leyla Guven nikare hevdîtinê li gel parêzerên xwe pêk bîne û bi tena serê xwe rabe ser piyan.

Di vê navberê de tevlîbûna nava berxwedana greva birçîbûnê her ku diçe zêdetir dibe.

SABAHAT TÛNCEL Û SELMA IRMAK ÎRO KETIN GREVA BÊ DEM Û BÊ DORVEGER

Hevseroka Partiya Herêma a Demokratîk Sabahat Tûncel û parlementera berê ya HDP’ê Selma Irmak îo beşdarî berxwedana çalakiya greva bêdem û bêdorveger bûn

Herdû siyasetvan, têkildarî biryara xwe ji Girtîgeha Kandirayê ev peyam bi raya giştî re parve kirin.

Daxwaza hevala me Leyla Guven ne şexsî ye. Ew ya bi mîlyonan Kurd, azadîxwaz û alîgirên demokrasiyê ye.

Hevdîtina dawî ya li gel Birêz Ocalan bi ti awayî nayê wateya şikandina tecrîdê.

Ji bo ev tecrîd bi temamî were rakirin, em jî bi biryarin ku çalakiyên xwe dewam bikin.

Di vî warî de em biryardariya xwe parve dikin.

Leave a Reply

Back to top button