Baroya Mêrdînê: Emê şopdarê bûyerê bin û gel agahdar bikin

Baroya Mêrdînê, piştî îfadeyên karkerên li bajarê Tirkiyê Sakaryayê êrişî wan hatî kirin diyar kir ku dozger xwest îfadeyên mexdûran weke yên şahidan bigire.

Karê îfade girtina karkerên kurd ên li Taxa Sirt a navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê rastî êrîşê hatin ên li Qereqola Eskerî ya Navçeya Şemrexê bi dawî bû.

Parêzserên Baroya Mêrdînê, Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştgiriya hiqûqî ya karkeran kirin.

Piştî îfade girtina karkeran li avahiya Baroya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn.

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk di daxuyaniyê de û got:

Heqaretên giran li karkeran hatine kirin û gefa mirinê li wan hatiye xwarin.

Lê ligel vê jî dozgeriya Şemrexê ji bo bilî 3 karkeran, xwest ku îfadeya karkerên mexdûr weke şahid bigire.

Elîk, anî ziman ku ewê weke Baroya Mêrdînê şopdarê pêvajoya hiqûqî ya bûyerê bin û li ser wê jî raporeke ku amade bikîn bi raya giştî re parve bikin.

Back to top button