Yûnanistan: Ger Tirkiyê gavan ji bo aramiyê nebavêje, wê rastî cezayan were

Hikûmeta Yûnanistanê derbarê aloziya li Derya Spî hişyarî da Tirkiyê diyar kir ku Tirkiye aloziyê kûrtir bike wê rastî cazayên hişk Yekîtiya Ewropayê were.

Berdevkê Hikûmeta Yûnanistanê Stelios Petsas nerazîbûna nîşanî kiryarên Tirkiyê yên nerewa li Deryaya Spî da.

Stelios Petsas destnîşan kir ku ger Tirkiyê ji bo kêmkirina aloziya heyî gavan nebavêje wê rastî cezayên hişk yên Yekîtiya Ewropayê were.

Li aliyê din, îro li rojhilatê Derya Spî, dewleta Tirk li gel Qibrisa Bakur dest bi tetbîqata leşkerî dike.

Li beramber vê yekê jî, hêzên Yûnanistanê di nava amadekariyê de ne.

Fransa: Wê di dawiya mehê de Tirkiye bê cezakirin

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî ragihand di civîna dawiya vê mehê ya Konseya Ewropayê de wê dosyaya Tirkiyê bikeve nîqaşê.

Hat destnîşankirin ku wê derbarê aloziyên ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî derdixe wê were cezakirin.

 

Back to top button