Sudan: Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Eyaleta Cezîre êrîş pêk anî

Li Sudanê şerê navxweyî didome û sivîlan dibin qurbanê êrîşên hovane.
Partiyeke siyasî li Sûdanê ragihand ku di êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Eyaleta El Cezîre de bi dehan hatin kuştin birîndar kirin.
Partiyên siyasî li Sudanê bang li civaka navneteweyî û heremî kirin ku ji bo çareseriyek aştiyane zextê ji bo rawestandina şer a her du aliyan bikin.

Partiyên siyasî ya Sudanê ku li ser gel xwedî bandor in, êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn şermezar kirin.

Ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn 3 meh berê li bajarokên eyaleta El Cezîre bi dehan kes kuştin û birîndar kirin.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn hemû berpirsyariya kuştin, talan û dizî ya li dijî sîvîlan ku bê çek in girt ser xwe.

Ji hêla partiyeke li Sûdanê daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin:

Li herêma Halavin a girêdayî eyaleta El Cezîre pencşem û îna borî li ser bi dehan gundan serdegirtin pêk hat.

Di encama serdegirtinê de li gundê El-Velî hejmarek zêde kuştî û birîndar çêbûn.”

Di encama êrîşan de bi dehan kes hatin kuştin

Di daxuyaniya partî de hat diyarkirin ku binpêkirinên li Eyaleta El Cezîre bandorî zêdetirî 50 bajarokan kiriye û gelek gund hîna rastî serdegirtinan tên.

Komîteyên Berxwedanê ya El-Hasahisa di platformên medyaya civakî de ragihandin ku li gundên El Halavin ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgin 3 kes hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû berpirsyariya binpêkirinên li ser sivîlan girêdayî Hêzên Piştgiriya Lezgîn e.

Partiya Sudanê bang li civaka navneteweyî û heremî kir ku ji bo çareseriyek aştiyane zextê ji bo rawestandina şer a her du aliyan bikin.

Hefteya borî, Wezareta Karên Derve ya Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi kuştina zêdetirî 100 kesan li eyaletên Kordofana Başûr û Nîla Şîn tawanbar kir.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn di 19’ê Kanûna sala borî de bajarê Wad Madanî yê navenda parêzgeha El Cezîrê xist bin kontrola xwe.

Tevî lihevkirinên komînên herêmê bi fermandarên Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên li van herêman re, talan û êrîşên li ser welatiyên bêparastin ranewestiyane.

Amerîka ji bo dawî anîna şer balyozê taybet dişîne Sudanê

Back to top button