Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li Êzîdiyan kir ku vegerin Şengalê

Rêveberiya Xweser a Şengalê, piştî şewata li Kampa Şeriya ya Dihokê ku koçberên Êzîdî lê dimînin, bang li Êzidiyên ku di kampan de dijîn kir ku vegerine Şengalê.

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê derbarê bûyera duh a şewatê ya li Kampa Şeriya ya Dihokê pêk hat, xemginiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku bi dehazaran Êzîdî di kampan de di nav şert û mercên giran de dijîn û rû bi rûyî gelek pirsgirêkan tên.

Rêveberiya Şengalê diyar kir ku di serî de PDK ji çareseriya pirsgirêkên kampan û tedbîrên pêwîst berpirsyar e, û da zanîn ku PDK’ê li şûna ku rê li vegera li Şengalê veke, polîtîkayeke ku welatiyên êzidî di kampan de bigire, dimeşîne.

Rêveberiya Şengalê bang li NY û saziyên navdewletî kir ku ji bo vegera Êzîdiya li cih û warên xwe bi erka xwe rabin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Ji bo pêşwazîkirina Êzîdiyên ku li kampan dijîn em amade ne

Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku cih û warê Êzîdiyan Şengal e, ne kamp û welatên biyanî ye, û daxuyakirin ku ew ji bo pêşwazîkirina civaka Êzîdî amade ye.

Back to top button