Fermandariya qadê ya Xabûrê a HPG: Hewldana PDK’ê pir xetere û dibe ku rê li ber şerekî giran veke

Têkildarî hewldan û şandina hêzên PDK’ê yên li dijî qadên gerîla Fermandariya Qadê ya Xabûrê ya Metîna a HPG’ê diyar kir ku ev hewldana PDK’ê pir xetere û dibe ku di navbera hêzên Kurd de bibe sedema şerekî giran.
Fermandariya HPG’ê, bang li gelê Kurdistanê, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan kir ku li dijî vê hewldana PDK’ê erka xwe bi cih bînin.

Fermandariya Qada Metîna ya Xabûrê a HPG’ê derbarê hêz şandin û hewldanên êrîşên PDK’ê de daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê diyar kir Îro saet li derdora 4’ê Sibê hêzên bi ser PDK’ê, bi ser tengavê ve ya di navbera Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku cihekî stratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîş kirine.

Fermandariyê da zanîn ji bo ku ev hêza leşkerî ku her baskê wê ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat nekevin vê tengavê hêzên gerîal bi çekên şexsî ew hişyar kirine û ev agahî da,

“Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê pêş ve çûne. Li qada navborî û derdora wê ti gund û jîngeh nînin, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye mayinkirin. Tevî ku ev qas tişt têne zanîn jî û li gel hişyariyê jî, di yek an jî du wesayîtan de ji ber sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha dilê mirov diêşîne. Lê berpirsyariya vê bûyerê ne ya me ye, ya wan kesan e ku ev hêz şandine.”

Fermandariyê diya rkir ev tevger, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrîşên dijmin a li ser xeta Kêstê û Zendûra ku ev 43 roj in berxwedaniyeke dîrokî dikin, ji desteka ji bo dewleta Tirk pê ve nayê maneyeke din.

Fermandariyê da zanîn xwesteka ku ev qad were bidestxistin, wê rê li dewleta Tirk veke û tevgera ji pişt ve xencerlêxistina li gerîla ye û got,

“Dîsa jî hêzên me yên gerîla ev hêzên ku hatine nekirine hedef. Ev hêz an ji ber şaşiyên xwe an jî ji aliyê hêzên din ve windahî dane. Piştre bi êrîşa ser hêzên me dest bi pozîsyona şer kiriye û ev pozîsyona şer hê jî berdewam dike.”

Fermandariyê diyar kir di vê serdema girîng a dîrokî de ev hewldana PDK’ê hewldaneke xetere dibe ku di navbera hêzên Kurd de bibe sedema şerekî giran û ji bo doza netewî ya Kurdistanê tê maneya ziyaneke mezin.

“Em naxwazin şerekî bêyom di nav Kurdan de derkeve. Em tenê dixwazin li dijî dewleta Tirk li ber xwe bidin û şer bikin. Gerîlayên Kurdistanê bi berxwedana dîrokî ya 43 rojan nîşan daye ku ew dikarin van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bişkînin. Daxwaza ku ji pişt ve em werin dorpêçkirin di rêûresmên Kurdan de nine. Ev helwest wê dahatuya gelê me bike xeteriyeke mezin.”

Fermandariya HPG’ê, ji bo ku PDK dev ji vê helwesta xwe berde bang li gelê Kurdistanê, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan kir ku erka xwe bi cih bînin.

Back to top button