Li devera Kûrye ya Nîjerê 6 kesên Fransî û 2 Nîjerî bi guleyên hin çekdarên nenas hatin kuştin.
Rêveberê herêma “Tîlabîrî” Tîcanî Ibrahîm diyar kir ew ê agahiyên zêdetir der barê kuştina van kesan de piştre pêşkêş bikin, bêyî ku nasnameya êrîşkaran were eşkerekirin.
Serokê Fransa Macron jî êrîşa li dijî Fransiyan şermezar kir û da zanîn, ew ê bi her awayî vê binpêkirinê vebînin.
Macron digel hempîşeyê xwe yê Nîjerê, da xuyakirin ku ew ê li dijî komên terorîst, têkoşîna hevbeş bidomînin.
Heta niha ti aliyan berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.
Li gelek deverên Nîjerê, tevgera komên çete yên weke Boko Heram û komên girêdayî DAIŞ’ê zêde ye. Hikûmeta Fransî jî berî niha hişyarî dabû ku kes nêzî wan cihan nebe.



