Di çarçoveya hewldanên destpêkirina danûstandinên aştiyê ji bo bidawîkirina şerê li welêt, hikumeta Efxanistanê, berdana 400 girtiyên din ên Talîbanê pejirand.
Ev 400 girtiyên Talîbanê, girûpa dawîn a girtiyan e, ku Talîbanê di peymana bi Amerîkayê re, daxwaza vê yekê kiribû.
Meclîsa Bilind a qebîleyên Efxanistanê ragihand ku, ji bo rakirina hemû keleman li pêş pêvajoya aştiyê û bidawîkirina rijandina xwînê, ew berdana van girtiyan dipejirînin.
Piştre jî, serokê Efxanistanê Eşref Xenî yekser ragihand, ew ê fermana berdana hemû girtiyên Talîbanê îmze bike.
Beriya niha, serokê Efxanistanê eşkere kiribû ku, piştî berdana giritiyan bi 3 rojan, wê Talîban beşdarî danûstandinan li Dewhayê bibe.