Bazara qirkirina gelê Kurd

Beriya lûtkeya NATO despê bike, cara dawî ji bo razîkirina Tirkiyê di endamtiya Swêdê de civîneke sêalî pêk hat.
Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan bi Sekreterê giştî yê NATO û Serokwezîrê Swêdê re civiya.
Mijara sereke ya civînê, têrkirina çavê Erdogan ya ji xwîna gelê Kurd bû.
Di kêliyên dawiya civînê de, Swêd fikarên Erdogan bi erêkirina 7 xalan bidawî kir û ronahiya kesk jê girt.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bêtirî salekê ye daxwaza Swêd ya ji bo endamtiya NATO weke şantajê bikar tîne.

Vê karta şantajê li ser dijminahiya gelê Kurd dide meşandin.

Beriya lûtkeya NATO despê bike bi saetan hate ragihandin ku Erdogan ji bo endamtiya Swêdê ronahiya kesk daye.

Lê ya diyar ev wisan bi hêsanî pêk ne hatiye.

Di civîna sêalî ya Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, Serokomarê Tirkiye Erdogan û Serokwezîrê Swêdê
Ulf Kristersson careke din bazar hatin gerandin.

Di civîna li paytexta Lîtvanya Vilnius pêk hate de, Swêd ket pey razîkirina Tirkiyê.

Piştî vê di navbera Stoltenberg û Kristersson de civîneke 2 saetan dewam kir pêk hat.

Biryarên di van hevdîtinan de hatin girtin ji aliyê NATO’yê ve weke daxuyaniyeke hevpar hat ragihandin.

Stoltenberg biryar bi gotina “Îro rojeke dîrokî ye” nirxand.

Bazara li ser 7 xalan pêk hatî

Di civîna sêalî de li ser 7 xalan lihevkirin pêk hat.

  • Naveroka van xalan ya sereke jî erêkirina Tirkiye ji qirkirina gelê kurd re ye.
  • Weke di xala duyemîn ya li hevkirinê de tê gotin, Swêd bêtirî salekê ye ji bo pêkanîna daxwazên ewlekariyê yên Tirkiyê dixebite.

Ji bo razîkirina Tirkiyê, li dijî têkoşîna gelê Kurd a bi rêya PKK’ê zagonên xwe guhert û ambargoya firotina çekan bo Tirkiyê rakir.

  • Di xala sêyem de jî li ser Swêdê tê ferzkirin ku her sal navenda ewlekariyê ya herdu welatan bicivin.

Her dihaman xêlê de tê israrkirin ku bi ti awayî piştevanî ji bo PYD û YPG’ê neyê dayîn û wan weke rêxistineke terorê bibînin.

  • Avakirina koordînasyonek têkoşîna li dijî terora Tirkiye wê pênse dike jî di xala 4’an de cihê xwe digre.

Bi çavê Tirkiyê pênasekirina teror û têkoşîna li dijî wê.

Ev daxwazek demdirêj ya Tirkiyê bû.

  • Xala 5’emîn jî îşaret bi hêsankariya firotin û kirîna çekan dike.
  • Di herdu xalên din de jî peywendiyên geşkirina aborî û dema erêkirina endamtiya Swêd ya li parlamentoya Tirkiyê ye.
Back to top button