Çend rojên pêş stasyona Se’wa ya Dêrazorê dikeve xizmetê

Şaredariya Gel a Se’wa ya gundewarên rojavayê Dêrazorê, projeya stasyona ava Se’wayê bi dawî dike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Seiwayê Zekeriya Esaf diyar kir ku piştî zêdebûna şêniyan û pêla koçberiyê li herêmên ku av lê heye, mîna gundê Hemar Elî û Zixêr, bar girantir bû, bi wê re jî ava vexwarinê bi temamî ji ser Seiwayê qut bû.

Zekeriya Esaf destnîşan kir ku komîteya avê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Şaredariya Gel a Seiwayê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, ji destpêka vê mehê ve dest bi avakirina sitasyonê kir.

Li gorî hevserokê Şaredariyê Zekeriya Esaf di çend rojên bê de, li gel avakirina torên avê, wê stasyon bikeve xizmetê.

Back to top button