Tara Husên: Li dijî Rêber Apo komplo bi awayekî taybet tê meşandin

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên têkîldarî komploya navnetewî û rola jinan a li dijî komployê axivî û got:
“Jin li ser fikir û felsefeya Ocalan têdikoşin. Bi vê têkoşînê hem xwedî li Ocalan derdikevin hem jî komployê vala derdixin.”

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Husên diyar kir ku 24 sal li ser Komploya Navneteweyî re derbas dibe, lê her roje berxwedanî li dijî komployê dewam e û wiha domand:

“Li dijî Rêbertî komplo hat kirin.

Ji Emerîka bigire heta Îsratîl, NATO, Yekîtiya Ewropa di nava vê komployê de cih girtin.

Lewra ji rewşa niha li Îmralliyê heye jî ev hemû hêz berpirsin.”

Tara Husên: Jinên Kurd bi têkoşînê xwedî li Rêber Apo derdikevin

Li ser rola jin û têkoşîna jinê ya ji bo Rêber Apo jî Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên got:

“Rola jinê di nava vê têkoşînê de herî berbiçav e. Têkoşîneke mezin a Rêber Apo ji bo azadiya jinê heye.

Mirov dikar bêje di kesayetiya jina azad de û berxwedana Rêber Apo komplo bêbandor bû.

Jina Kurd niha pêşengtiyê ji model û sîsemeke nû re dike.”

Back to top button