Şevbuhêrkeke dengbêjî li bajarê Qamişlo li dar ket

Bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şevbuhêrkek dengbêjî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Weşanxaneya Neqşê, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şevbuhêrkeke dengbêjiyê li dar xist.

Şevbuhêrk li avahiya SZK’ê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn, rewşenbîr û nivîskarên serbixwe û Koma Kevneşopî ya Dêrikê hat lidarxistin.

Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî Izedîn Silêman Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest, hemû hezkarên ziman pîroz kir.

Silêman da zanîn ku gelê Kurd yek ji neteweyên gerdûnê ne ku mafê wê heye ku rojekê wiha pîroz bike û wiha domand:

“Ji ber ku qirkirin û qedexeyeke dijwar li ser zimanê me hebû, ji ber vê yekê li gel me gelekî giringe ku em zimanê xwe pêş bixin û çanda xwe geş bikin.”

Piştî axaftinê Koma Kevneşopî ya Dêrikê stra.

Back to top button