Gelên herêmê malbatên şehîdên xwe bi tenê nahêlin.
Li kêleke hev disekinin û li kîjan cihî be xwedî li şehîdan derdikevin.
Îro li çend bajarên bakur û Rojhilatê Sûriyê merasîmên sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan hebû.
Di din konê sersaxiyê de careke din hat gotin ew serî li hember êrişan nawetînin û berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Doh li 3 goristanan merasîmên cangoriyên azadiyê pêk hatibûn.
Piştî merasîmê xelkê herêmê malbatên cangoriyan li bin konê sersaxiyê bi tenê nahêlin.
Li Kobanê ji bo şehîd Sorxwîn û Azadî konê sersaxî hat vedan
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo şehîd Sorxwîn Rojhilat, Azadî Dêrik û Çîçek Kobanê konê sersaxiyê hat vedan.
Kesên li bin kon axivîn behsa fedekariyên şehîdan kirin û gotin, ewê heta dawiyê têbikoşin û xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.
Li Şehba sersaxî ji malbata şehîd Sorxwîn û Azadî re hat xwestin
Ne tenê li Kobanê, merasîma sersaxiyê ji bo malbatên şehdî Sorxwîn rojhilat û Azadî Dêrik li Kampa Serdem a Şehba jî pêk hat.
Bi sedan koçberên Efrînî û xelkên Şehba ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin.
Li vir jî kesên axivîn gotin em xwediyên şehîdan û emê li ser riya şehîdan têkoşînê û xebata xwe bikin.
“Bi vîna xwe em ê li hember dagirkeran şer bikin û wan têk bibin”
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê jî merasîma sersaxiyê ji bo şehîdan hebû.
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê QSD Mihemed Şêx, fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik merasîmek li dar xist.
Şêniyên herdû taxan û Gaziyên Şer di merasîma sersaxiyê de destnîşan kir ku vîna wan ji çekên dagirkeran bi hêztir e û tu kes nikare gelê li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan dimeşe, tune bike.
“Em ê li hember êrişan serî netewînin û serkeftinê pêk bînin”
Her weha Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxayê ji bo şehîd Waêl Mehmûd û Tariq Behadîn, konê sersaxiyê veda.
Pêkhateyên kantona Cizîrê jî sersaxî dan malbatên herdû şehîdan û gotin, ew serî li hember êrişan nawetînin û berxwedana dê bi serkeftinê tacîdar be.