Meşvanên Azadiyê yên li Amedê bi rê ketin gihiştin Sêweregê

Herdu baskên “Meşa Mezin a Azadiyê” yên duh li Amedê gihiştin hev, di roja 14’an de gihiştin navenda bajarê Rihayê.
Di peyamên îro hatin dayin de careke din banga xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir hate kirin û hate gotin: “Di dawiya vê meşê de ji bo me hemûyan azadî heye.”
Tê payîn rawestgeha dawî a meşvanan sibê li gundê Amarayê be.

Herdu baskên “Meşa Mezin a Azadiyê” yên duh li Amedê gihiştin hev, îro çûn navçeya Sêwereg a Rihayê.

Meşvanan despêkê pêşeng û tekoşerên Tevgera Azadiyê Îbrahîm Ayhan û Mahmût Zengîn bi bîr anîn.

Tevî baranê jî meşvanên Azadiyê pişt re heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeyan meşiyan.

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê xitabî girseyê kir,

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir di dawiya vê meşê de ji bo me hemûyan azadî heye û banga xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.

Piştî Sêweregê Meşvanên Azadiyê çûn navçeya Curnê Reş

Piştî peyaman, meşvan ber bi rawestgeha xwe ya din navçeya Curnê Reş ango Hîlwanê ve bi rê ketin.

“Yekane muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye”

Meşvanên gihiştin li wir heta navenda navçeyê meşa xwe dewam kirin.

Ji detayên cuda 10 sanî beta biherikîne

Paşê li ber avahiya Partiyê daxuyanî hate dayîn.

Ji meşvanan parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin, dubare kir ku yekane muxatabê pirsgirêka kurd Rêber Apo ye.

Di roja 14’an de gihiştin navenda bajarê Rihayê

Piştî serdana li navçeya Curnê Reş, rewiyên azadiyê di roja 14’an de gihiştin navenda bajarê Rihayê.

Ji detayên cuda 10 sanî beta biherikîne

Tê payîn rawestgeha dawî a meşvanan sibê li gundê Amarayê be.

Berxwedana li dijî tecrîdê di roja 80’ê de ye

Back to top button