Wezirê Derve yê Misrê: Divê dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê bi dawî bibe

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî diyar kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê divê dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê bi dawî bibe.

Li gorî çapemeniya Misirê, Samih Şukrî di axaftina xwe ya civîna Komkara Erebî de diyar kir ku ji bo aloziya Sûriyê bê çareserkirin, divê tevahî hêzên biyanî û bi taybetî dewleta Tirk ji Sûriyê derkevin.

Samih Şukrî diyar kir ku aloziya Sûriyê ji beriya 10 salan ve didome û tenê gelê Sûriyê berdêla vê yekê dide.

Şukrî got vegera Sûriyê li nav dewletên Ereban, ji bo ewlekariya neteweyî ya Ereban girîng e.

Back to top button