Li Iraqê hilbijartina encûmenên parezgehan destpê kir

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê dest pêkir.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Mihemed Sabit û Serokê Eniya Hîkme Emar Hekîm bang li her kesî kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin û wiha gotin:
“Her kesê nekarîbû di roja dengdana taybet de dengê xwe bide, dikare îro di dengdana giştî de dengê xwe bide.”

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê di saet 07:00’an de destpê kir.

Hilbijartin li 15 parêzgehan pêk tê, ji bo Kurdan vê carê ya herî girîng hilbijartina li Kerkûkê ye.

Li gorî komisyona hilbijartinê ya Iraqê wê zêdeyî 15 milyon welatiyên Iraqê biçin ser sandoqan û ji bo vê jî bi giştî li 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoqên dengdanê hatine danîn.

Dengdan wê heya saet 18:00’an dewam bike.

Li gorî komisyona hilbijartinê, ji 285 kursiyan, 75 kursî kotaya jinanin, 10 kursî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Êzidî, Şebek, Saîbeya Mendaiyan û Kurdên Feylî ye.

Bi giştî 38 hevpeyman û 28 partî tevlî hilbijartinan dibin.

Li gorî komisyonê piştî hilbijartinê di nava 24 saetan de wê encam werin ragihandin.

Şengalî ji bo hilbijartina nûnerên xwe diçin ser sindoqan

Xelkê Şengalê û saziyên Şengalê, rêveberiyên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser jî ji danê siharê ve ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên li encûmena parêzgeha Neynowayê diçin ser sindoqan.

Li gorî agahiyan Şengalî wê li 81 navendên cûda bikarin dengê xwe bikarbînin.

Mafê 123 hezar û 290 kesên li nifûsa Şengalê tomarkirîne heye dengê xwe bikarbînin.

Mihemed Şiya Sudanî: Îro ji bo gelê Iraqê rojek nîştimaniye

Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî dengê xwe ji bo hilbijartina encûmena parêzgehan bikaranî.

Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku îro ji bo xelkê Iraqê rojek nîştimaniye û divê her kes here ser sindoqên dengdanê.

Mihemed Sabit: Kesên di dengdana taybet de deng nedan îro dikarin dengê xwe bidin

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Mihemed Sabit bi daxuyaniyekê bang li karmendên saziyên ewlehiyê kir ku her kesê nekarîbû di roja dengdana taybet de dengê xwe bide, dikare îro di dengdana giştî de dengê xwe bide.

Serokê eniya Hîkme xwest her kes biçe ser sindoqan

Her wiha Serokê Eniya Hîkme Emar Hekîm jî bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin.

Li Iraqê sibe hilbijartina encûmenên parêzgehane wê pêk bê

Back to top button