Şervanê HRE’yê Karker Efrîn şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Karker Efrîn di qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de 16′ê Kanûnê şehîd bûye.

HRE’yê têkildarê şehadeta şervanê xwe de ev agahî da:

“Hevrêyê me Karker Efrîn ê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 16’ê Kanûnê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Karker Efrîn bi navê xwe yê rast Ebdirehman Hisên ê ji pêkhateya Ereb e, li navçeya Cindirês a girêdayê Efrînê ji dayik bûye.

Dewketa Tirk sala 2018’an êrîşî Efrînê kir.

Ji bo rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, rêheval Karker berê xwe da nava refên me yên Hêzên Rizgariya Efrînê.

Heya kêliya ku hevrêyê me Karker şehîd bû jî bi awayekî herî serkeftî erkê xwe pêk anî.

Em careke din soz didin ku wê xeyalên rêhevalên me ên di welatekî azad de jiyaneke azad wê teqez pêk bên.

Di serî de malbata me ya hêja ya hevrê Karker, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

Li gor daxuyaniya HRE’yê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Karker Efrîn
Nav û Paşnav: Ebdirehman Hisên
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 16’ê Kanûna 2023

Back to top button