Li Iraqê sibe hilbijartina encûmenên parêzgehane wê pêk bê

Duh dengdana dawî ya taybet ji bo hêzên ewlekarî û koçberan ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan a Iraqê hatibû dayîn.
Sibe jî wê dengdana giştî pêk were.
Hevserokê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdî-PADÊ Hisên Hecî jî bang li xelekên Şengal ku bi dengê xwe guhertineke siyasî çekin.

Sibe hilbijartina encûmenên parêzgehan a Iraqê tê lidarxistin.

Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê a Iraqê diyarkir ku rêjeya beşdarbûna hilbijartina taybet ya parêzgeha Neynawayê sedî 75 bûye.

Piştî 17 salan carek din li Kerkûkê jî hilbijartina ji bo meclisê tê kirin.

Pêşbaziya navbera Kurd, Tirkmen û Ereban ya li ser 15 kursiyan pêk tê.

Ev hilbijartin ji bo Kerkûk û nasnameya wê ya Kurdî weke hilbijartina qederê tê pênasekirin.

PADÊ: GELÊ ME BI DAYÎNA DENGÊ XWE DIKARIN GUHERTINEKE CIDÎ ÇÊBIKIN

Hevserokê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdî-PADÊ Hisên Hecî têkldarî hilbijartinê axivî.

Hisên Hecî ji xelkên Şengalê xwest ku roja hilbijartinê bi riheke seferberiyê biçin ser sindoqan û got:

“Divê gelê me bi hemû hêza xwe tevlî hilbijartinê bibin û xwedî li îradeya xwe derbikevin.

Eger biçin ser sindoqan wê bikarin guhertineke cidî di siyaseta li ser Şengalê de çêbikin.”

Hecî balkişand li ser giringiya hilbijartinan ji bo guhertina siyasî li Şengal û ev tişt anî ziman:

” Gelê me wê vê carê biçin ser sindoqan û bikarin guhertineke cidî di siyasetê de çêbikin.

Bi deng û îradeya xwe dikarin dîwarê tirsê yê hatiye lêkirin, rakin û guhertinê çêbikin.

Di dawiyê Hecî got: “Eger gel baweriyê bidin mirovê xwe dê ew jî xwedî li xelkê xwe derkevin.”

Dengdana taybet a ji bo hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê bi dawî hat

Back to top button