Dengdana taybet a ji bo hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê bi dawî hat

Duh di saet 18:00’an de dengdana taybet a ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê bi dawî hat.
Sindoqên dengdanê hatin girtin û tomarên dengan ji bo komîsyona hilbijartinê hatin şandin.

Duh di saet 07:00’ê sibehê de li seranserî parêzgehên Iraqê dengdana taybet a hêzên ewlehiyê û koçberan ya ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan destpêkir.

Dengdan heta saet 18:00’an berdewam kir û bi dawî hat.

Li tevayî parêzgehên Iraqê 1 milyon 2 hezar 393 dengdêr ji hêzên ewlehiyê û zêdetirî 57 hezar dengdêr li parêzgeha Kerkûkê mafê wan yê dengdanê hebû.

Li gor amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, rêjeya tevlîbûna hilbijartinan ji sedî 75 bû.

Wê dengdana giştî ya encûmenên parêzgehên Iraqê, ji bilî Başûrê Kurdistanê, roja 18’ê Kanûnê di saet 07:00’an de destpê bike û heta saet 18:00’an berdewam bike.

Li Iraqê hilbijartina taybet ya ji bo encûmenên parêzgehan destpê kir

Back to top button