Xelkê li kantona Cizîrê diyar kirin ku heta rewşa Rêber Apo zelal nebe ew dev ji çalakiyên xwe bernadin.
Çalakiya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin.
Di derbarê vê mijarê de şêneyên herêmê beşdarî pengavê bûn û axivîn.
Yek jê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Reşîd got:
“Tecrîda li dijî Rêbertî tê wateya tecrîda li dijî tevahî gelên herêmê”
Salih Sadiq bêdengiya rêxistinên mirovî yên li hember tecrîdê şermezarkir û ev tişt anî ziman:
“Bi têkoşîn û rêxistinkirina me ji çalakiyan re em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”
Her wiha endama rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya El Yûsif jî daxwaza eşkerekirina rewşa rêber APO kir û dazanîn ku ewê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê bidomînin.
Hela El Hisên jî wiha got:
“Weke jin me bi saya fikrên Rêber Apo xwe naskir, erka hemû jinê ye ku ji bo azadiya rêber Apo têbikoşe.”
Ciwanê bi navê Hemze El Mihemed jî bang li gelan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê bilind bikin.



