Ferzende Mûnzûr: Dê konferanseke Rojhilata Navîn were li darxistin

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Mûnzûr diyar kir ku parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê 1025 îmze komkirine da ku ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bişînin.

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Mûnzûr, têkildarî xebatên xwe yên di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêkanîne axivî.

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku di vê pêngava navnetewî de, gelek civîn, komxebat, konferans, meş hatin lidarxistin.

Ferzende, ev çalakiyên ku tên kirin erênî dibîne û derbarê xebatên demên pêş de ev tişt got:

“Ji encamên komxebat û konferasnan de, hat pêşinyarkirin ku konferanseke Rojhilata Navîn were li dar xistin.

Di vê derbarê de em ê nameyekê ji Heyva Sor a Cîhanê û Xaça Sor, Bijîşkên Sînornenas re bişînin ku tev li komîteya tenduristiyê ji bo Rêber Apo bibin.

Her wiha ji saziya Mafên Mirovan , CPT, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re jî bişînin ku ew jî tev li komîteya hiqûqî bibin.”

Mûnzûr bi bîr xist ku beriya niha 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî radestî CPT kiribûn û got:

“Heta niha tu encam û guhertin di vê derbarê de nahatiye kirin.

Lê di vê mijarê de em bi îsrarin, em ê careke din hewl bidin û bişînin.”

“Parêzerên herêmê ji bo Rêber Apo 1025 îmze komkirin”

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 1025 îmzeyên parêzeran hatine komkirin û ev agahî dan:

“Em ê van îmzeyan ji Rêxistina Efû ya navnetewî re bişînin.

Kesên îmzekirine ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Latqiyê, Humsê, Şamê, Halebê ji hemû pêkhateyan e.”

Ferzende Mûnzûr: Em ê çalakiyên xwe zêdetir bikin

Ferzende Mûnzûr di dawiyê de diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Back to top button