QSD’ê bi şandeyeke Meclisa Rûspiyan re civiya

Ji bo têkbirina aramiya li herêmê gelek hewldanên derxistina fitneyan hat kirin.
Hikumeta Şamê xwest fitneyê di nava gelê herêmê û QSD’ê de derxe , lê negiyan armancên xwe.
Niha jî Şêx û Rûsipiyên herêmê û hêzên QSD’ê li hev dicivin û rewşa herêmê bi hevre dinirxînin.
Duh Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi şandeyeke Rûsipiyên herêmê re civiya.
Rewşa siyaysî leşkerî û ya xizmetguzerî ya herêmê nîqaş kirin.

Demên dawiyê me dît çawa hewldanên derxistina fitneyê li herêmê hatin kirin.

Çeteyên girêdayî Hikumeta Şamê xwestin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser û QSD’ê bibin.

Lê miradê wan pêk nehat û Hêzên QSD’ê bersiva vê yekê da û ev hewldan hemû têk çûn .

Duh Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi şandeyeke Meclisa Rûsipiyanên herêmê re civiya .

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Salih Muslim jî beşdarî civînê bû .

Di civînê de rewşa siyasî û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhiltatê Sûrî hat nîqaşkirin .

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî balkişand ser rewşa binesaziya herêmê taybet piştî êrişên 5’ê Cotmehê li dijî Rojava .

Behsa ziyanên ku gihiştine stasyonên Kehrebe av û Petrolê kir .

Her wekî Fermandariyê behsa piştgiriya rûsipî û şêxên eşîran ji bo hêzên wan kir .

Endamên şandeyê jî ji aliyê xwe ve nêrîna xwe ji bo pêşxistina xizmetguzariya li herêmê pêşkêş kirin .

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya parastina yekrêziya civakê li herêmên kirin .

Eşkere kirin ku ew ê li hember hemû hewldanên belavkirina nakokiyan rawestin.

Hate gotin, kesên dixwazin fitneyan di navbera pêkhateyan de derxin wê negihên armancên xwe .

“QSD’ê nunertiya tevahî pêkhateyê herêmê dike”

Şêx û rûspiyan jî diyar kirin ku eşîrên herêmê bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne û di nava QSD′ê de cih digirin.

Beriya çend rojan jî li Dêrazorê Fermandariya QSD’ê û nûnerên koalîsyona Navnetweyî bi şêx û ruspiyên eşîra Igêdat re civiya.

Rûspiyên eşîrê eşkere kirin ku QSD’ê nûnertiya tevahî pêkhateiyên herêmê dike.

Back to top button