Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 7’an de didome

Greva birçîbûnê ya dîlgirtiyên azadiyê li dijî tecrîdê ku li zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dane destpêkirn di roja 7’an de didome.
Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan derbarê mijarê de axifî.
Omer Ocalan da diyar kirin ku Çavê hemû kurdan li Îmraliyê ye û bang li her kesî kir ku li berxwedana zîndanan xwedî derkevin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiyê Rêber Apo di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bûn.

Çalakiya greva birçîbûnê li 104 girtîgehan di roja 7’an de didome.

Omer Ocalan: Çavê hemû Kurdan li Îmraliyê ye

Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan li ser greva birçîbuyînê axifî û wiha got:

“Di girtîgehan de grev hene. Divê ev tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin.

Divê em jî tevli têkoşîna girtiyan bibin. Têkoşîna me zelal e.

Di pirsgirêka kurd de muxatab Birêz Ocalan e. Divê dewleta tirk cidî tevbigere.

Çavê hemû kurdan li Îmraliyê ye.”

Omer Ocalan: Divê em bibin dengê zindanan

Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bang li her kesî kir ku li berxwedana Zîndanan xwedî derbikevin û bibin dengê zindanan.

Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 6’an de didome

Back to top button