Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 6’an de didome

Greva birçîbûnê ya dîlgirtiyên azadiyê li dijî tecrîdê ku li zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dane destpêkirn di roja 6’an de didome.
Ji dilgirtiyên azadiyê Nurcan Aslan û Helbestvan Leyla Saraç ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi rêka malbatên xwe ragihandin ku heta rêbertî û gelê kurd azad bibe dê çalakiya xwe bidomînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiyê Rêber Apo di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bûn.

Çalakiya greva birçîbûnê li 104 girtîgehan di roja 6’an de didome.

Di greva birçîbûnê ku gelek girtî dorveger tevlîbûn de, girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin.

Helbestvan Leyla Saraç a li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêkanî.

Leyla Saraç: Heta ku Rêbertî û gelê me azad bibe em ê çalakiya xwe bidomînin

Di hevdîtinê de Leyla Saraç wiha got:

“Heta ku Rêbertiya me û gelê me azad bibe, em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Nurcan Aslan: Baweriya me mezin e ku em bighêjin armanca xwe

Nurcan Aslan jî a li Girtîgeha Jinan a Tarsus a Mêrsînê dimîne, bi hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re bang li rayagiştî kir û got:

“Sedema destpêkirina grevê diyar e.

Di vî alî de em piştgiriya hemû rayagiştî dikin.

Yên ji xwe re dibêjin ez mirov im û azadiyê dixwazin divê bibin dengê vê pêngavê û dengê zinandan.

Serkeftin bi vî awayî bi yekîtiyê dikare bê bidestxistin.

Baweriya me mezin e ku em xwe bigihînin armanca xwe.

Em wek hevalên girtî bi gelê xwe re li ser axa xwe azad bin. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim.”

Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de didome

Back to top button