Li Wanê şeva Yeldayê hate pîrozkirin

Şeva Yeldayê li hember tarîtiyê serkeftina ronahiyê ye.
Xelkê wanê bi şahiyeke şeva yelda pîrozkirin û vê şevê diyarî berxwedana zîndanan kirin.

Li tevaya cîhanê -bi gelemperî- her miletek bi destpêkkirina çileyê zivistanê re şahîyan bi rê û resmên xwe li dar dixe û werzê payîzê oxir dike.

Gelek miletên arî yên li herêmê, di serî de kurd, şahîyan bi navê “Şeva Yelda”yê li dar dixin.

Dîroka Yeldayê vedigere derdora 5 hezar salî, û her sal di 21ê kanûnê de tê pîrozkirin.

Ev cejn li hinek herêman Şeva Çile (Şevçile) jî jê re tê gotin; li Kurdistanê tê wateya şeva herî tarî û dirêj a di salê de.

Piştî 21’ê Kanûnê êdî şev kindibe roj dirêj dibe lewma kurdên êzidî, kakaî, yarsanî vê şevê weke şev bi serketina Ronahî li hember tarîtiyê pênase dikin.

Hinar remza vê şevê ye û pênaseya avabûna gerdûnê dike.

Kesên ku vê şevê pîroz dikin li dora sofreyeke tê de hinar, guz, mewîj, hejîr tirî hene komdibin û serkeftina ronahî li hember tarîtiyê pîroz dikin

Li bajarê Wanê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê jî ji bo ev çanda dîrokî ya kurdan neybîrkirin şahiyek lidarxist.

Di çalakiyê de Nûnerê Arsîsayê Zekî Îtah axivî û diyar kir ku ev vê rojê li hember taritiya faşîzmê Tirkiyê ew diyarî berxwedana zîndanan dikin.

Di şeva Yeldayê de berxwedana zîndanan hate silavkirin

Piştre li ser Şeva Yeldayê sînevîzyonek hate pêşandan.

Piştî sînevîsyonê şagirtên Navenda Çandê helbest xwendin.

Her wiha Şahî bi bi stranên şoreşgerî û dengbêjî bi dawî bû.

Di şeva Yelda de gel serdana gorên cangoriyên serhildanê kirin

Back to top button