“Hevpeymana Civakî gaveke nû ya çareserkirina kirîza Sûriyê ye”

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ya nû erê kir û hevpeyman kete meriyetê.
Siyasetmedarên li kantona Minbicê diyar kirin ku ‎Hevpeymana Civakî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêngaveke girîng e û dendikê ‎avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ya nû erê kir û ev hevpyeman kete meriyetê.

Di derbarê vê mijarê de endama rêverbera Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê ya kantona Minbicê Rîm Derwêş axivi û got:

“Ev hevpeyman bûye pêşeroja Sûriyê û bingeha destûra wê ya nû.
Hevpeyamana civakî gaveke nû ya çareserkirina kirîza Sûriyê ye.”

“Hevpeymana Civakî li hember siyaseta dagirkeriyê bersiv e”

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Îdlibê Ehmed Şeban jî diyar kir ku Hevpeymana Civakî li hember siyaseta dagirkeriyê bersiv e û wiha anî ziman:

“Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşenbîr û siyasetmedarên wê îsbat kirin ku ew dikarin bi rêya vê hevpeymanê herêmên xwe bi xwe bi rê ve bibin.”

“Hevpeymana Civakî bingeha Sûriyeke nenavendî û pirreng e”

Seroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Minbicê Ezab El Ebûd jî got sedema krîza Sûriyê pergala siyasî ya ku hatiye sazkirin e û wiha got:

“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneya projeya demokratîk e ku dikare bibe çareseriya rastî ya krîza Sûriyê.

Hevpeymana Civakî bingeha Sûriyeya demokratîk, nenavendî û pirreng e.”

Lelya Mûsa: Hevpeyman ji bo pêşeroja Sûriyê modeleke

Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk Leyla Mûsa a jî li ser heman mijarê axavî û got:

“Heymaneke civakî bi hewl û îradeya gelê Sûriyê bê destwerdaneke derve hatiye amadekirin.

Ev bi serê xwe destkefta herî mezin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ev peyman dikare ji bo Sûriya paşerojê bibe modelek û li herêmên mayî jî were belavkirin.”

Hanî El-Gemal: Hevpeyman encamê fikrên Rêber Abdullah Ocalan e

Di heman demê de lêkolînerê siyasî yê Misirê Hanî El-Gemal jî bahsa bandora hevpeymana civakî kir û ev tişt anî ziman:

“Rêveberiyê piştrast kir ku ew ê ne di rewşeke cudabûna tam ji Komara Sûriyê de be, lê ew pergaleke federalî yan konfederalîzma demokratîk li gor peymanê ava dike.

Ev yek di encama fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.”

Foza Yusif: Hevpeymana civakî encamê îradeya hevpar a gelan e

Back to top button