Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo rawestandina xebatên Rûdaw doz vekir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji ber ku nûçeyên derew li dijî bakur û rojhilatê sûriyê diweşîne, li Dozgeriya Giştî ya Qamişlo ji bo rawestandina xebatên Rûdaw doz vekir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo di doza xwe ya li dijî kanala Rûdawê de behsa nûçeyên ku kanal diweşîne kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan diyar kir ku Rûdaw nûçeyên dûrî rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diweşîne.

Meclisê derbarê nûçeya Rûdaw ya ser logoya Rêveberiya Xweser şermezar kir û got ku Rûdaw nûçeyên girêdayî reşkirina Rojava diweşîne.

Her wiha hat destnîşankirin ku Rûdaw nûçeyan ji Ajansa Anadolu ya girêdayî dewleta Tirk derbarê navçeya Eyn Îsa de weşand.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji ber sûcên berovajîkirina rastiyan, propogandayên reşkirinê û nûçeyên derewîn, ji Dozgeriya Giştî xwest ku karê Rûdawê li Qamişlo rawestîne.

Back to top button