ICIJ: Li Çînê mirovên Uygur bi komî li zindanan têne ragirtin

Bi salane zextên ku Çîn li Uyguran dike, di rojevê de ye. Herî dawî bi belgeyên nû eşkere bû rêveberiya Pekînê, mirovên Uygur bi awayên komî li zindanan radigre.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan li nava Neteweyên Yekbûyî, xwe amade dike ku zextên li Uyguran têne kirin, di cih de lêkolîn bike.

Beriya serdanê, berpirsa komîseriyê Michelle Bachelet (Mîşel Baçelêt) diyar kir ku derketina belgeyên nû re, zêdebûna zextên rêveberiya Çînê radixe ber çavan.

Belgeyên mijara gotinê, ji aliyê Koma Rojnamevanên Lêkolîner a Navneteweyî ve hatin parvekirin.

Li gorî vê, Diyar bû ku mirovên Uygru li Zindanên Çînê bi awayên komî têne girtin.

Bi vî awayî derket holê ku îdîayên Pekên yên avakirina dibistanên pêşeyî ji bo Uyguran jî ne rast in.

Di belgeyan de axaftina yek ji rayedarên berê yên herêma Sincan hatiye bicihkirin û tê de dibêje;

Her kesê ku hewl bide ji zindana bireve, hema piştî çend gava dûr ket, wê bikujin.

Wekî din li gorî wêneyên hatine belavkirin, diyar dibe ku gelek kesên bi çek û alavên êşkencê li kampan hatine bicihkirin.

Têkildarî van belgeyan, Sefîrê Çînê li Amerîkayê îdîa kir ku tedbîrên wan li dijî kesên terorîst in.

Li aliyê din, Serokê Delegasyona Pêwendiyên li gel Çînê yê Parlementoya Ewrûpayê Reinhard Bütikofer (Rayn-hard Bûtî-kofer) xwest cezayên li hemberî Pekînê werin zêdekirin.

Back to top button