Jinên Derazorê yên ku tevlî li xebatên tirafîk bûne diyar dikin ku armanca tevlibûna wan nava hêzên ewlekariya hundirîn ew e ku qeydên civakî yên jin lê hatine sînordarkirin bişkînin.
Jinên Dêrazorê bi tevlibûna xebatên trafîkê sînoran radikin.
Piştî avakirina navenda asayîşa trafîkê, weke parçeyek ji sîstema ewlekariya hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmara endamên saziyê zêde bûn.
Ji bo perwerdekirina wan bi awayekî akademîk û pîşeyî, li gorî rêgezên trafîkê yên cîhanî kar tê kirin.
Di sala 2014’an de, yekem beşa endamên trafîkê ji hemû bajar û herêmên Cizîrê derçûn, rola jinan li gel mêran di rêxistinkirina çûn û hatinê û karên saziyê de girîng bû.
Rêvebera trafîka jinan li Dêrazor Fayhaa Mihemed derbarê rola jinan di nava tirafîkê de axivî û got:
Li Dêrazorê hejmareke komîteyên jinan di nava rêveberiya trafîkê de hatiye avakirin.
Hejmara endamên ku tevli bûne 10 jin in, her yek ji wan di ofîsekê de bi cih bûye û karê pêwîst dike.
5 ofîs hatin aktîfkirin, ofîsa dîwan ku duyemîn ofîsa piştî rêveberî û ofîsa zabîteyan e, di her ofîsê de endameke jin heye.
Her wiha di ofîsa toran û binpêkirinan de jî du endam hene, lê di ofîsa darayî de 3 endamên jin hene, yek di beşa darayî de ye û yek di beşa darayî giştî de ye.
Her wiha endama Ofîsa Zebitan û Lêkolînên Giştî ya bajêr Sîham Ednan Elî got:
“Erka me ew e ku em ofîsa zebitan, li navenda bajêr û qezayên trafîkê yên leşkerî, medenî û hêzên ewlekariya hundirîn bişopînin û zebitên rêveberî birêxistin bikin.
Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fatma El-Ehmed diyar kir ku her endameke jin xwedî karê xwe yê û wiha anî ziman:
Hejmara jinên di hêza ewlekariya hundirîn de 55 e, karê wan dabeşî ofîsên taybet bûye, armanca tevlibûna wan nava hêzên ewlekariya hundirîn ew e ku qedên civakî yên jin lê hatine sînordarkirin bişkînin.”