Reuters: Heya niha 1500 xwepêşandanên Îranê jiyana xwe ji dest daye

Bi derbasbûna demê re bîlançoya xwepêşandanên li Îranê eşkere bû.
Herî dawî hat ragihandin ku hêjmara xwepêşandanên li Îranê, gihaşt 1500 kesî.

Ajansa Reuters li ser zimanê berpirsinê hikumî ragihand ku nêzî 1500 kes di xwepêşandanên vê dawiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Di nava qurbaniyan de jî, 17 sîpe û 400 jin hene.

Li gorî heman çavkaniyê, rêberê bilind ê Îranê Elî Xamenyî banga bidawîkirina van xwepêşandanan bi her awayî kiribû, ev jî hişt tundî li hember xwepêşanderan were bikaranîn.

Xwepêşandanên Îranê yên îsal, ne mîna yên salên borî ne, ango her tim ji bo rewşa aborî gel radibû ser pêyan.

Lê vê carê, ev xwepêşandan veguherîn rêyeke siyasî û banga hilweşandina rejîma serwer kir.

 

Leave a Reply

Back to top button