Çalakiyên konê parastinê yên li dijî êrişên dewleta Tirkiyê li herêmê dewam dikin.
Li Eyn Îsayê çalakiyê ku duh destpêkiribû îro bi dayîna peyama bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê bi dawî bû.
Ji seatên sibehê ve bi sedan xelkê Eyn Îsayî, şandeyek ji partiya Sûriya pêşerojê û kantona Firatê beşdarî çalakiyê bûn.
Di roja 2. de hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Girê Spî Sebrî Nebo axivî û got:
“Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xaka xwe ve girêdayî ne û teqez dê armancên van êrişan vala derxin.”
Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Firatê Gedîm Îdan jî wiha anî ziman:
“Gelê vê herêmê bi berxwdan û têkoşîna xwe têne nasîn û em ê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî jî vê berxwedan û têkoşînê dewam bikin.”