Li kantona Cizîrê li dijî êrişan konên çalakiyan

Bertekên gelê herêmê yên li dijî êrişên dagirkeriya Tiriyê roj bi roj zêdetir dibin.
Li Qamişlo û Eyn Îsayê konê çalakiyê li dijî êrişan û ji bo parastina destketiyan hate vedan.
Her wiha çalakiya li Girzîro jî bi peyama bilindkirina asta berxwedanê bidawî bû.

Li Qamişlo li dijî êrişan konê çalakiyê hate vedan.

Şênî, endamên sazî û partiyan beşdarî bin kon bûn.

Li bin kon gelek axaftin hatin kirin û peyama bilindkirina têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.

Beşdarên meşê jî diyar kirin ev êriş bi armaca valakirina herêmê ji niştcihê wê yê resen e.

Li Amûdê jî konê çalakiyê ku ev 3 rojin bi dehan xelkê herêmê li bin kom dibin bi dawî bû.

Di axaftina bi dawîbûna çalakiyê de peyama berxwedanê hate dayîn.

Her wiha li Girzîro jî çalakiya kon di roja 3 bi beşdariyên girseyî lidar bû.

Çalakî îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji ber van êrişên hovane 10 welatî şehîd bûne û zêdetirî 80 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Em ê li dijî vê hovîtiyê bi şerê gelê şoreşgerî xwe biparêzin.”

Xelkê Eyn Îsa li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê konê çalakiyê veda

Li Eyn Îsayê jî konê çalakiyê li dijî êrişan hate vedan.

Di çalakiyê de wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk a qirker dixwaze mîna tişta li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê cardin dubare bike, lê em qet rê nadin dagirkeriyeke nû.

Em ê heta dawiyê li pişta hêzên xwe bisekinin û xaka xwe ya dagirkirî jî rizgar bikin.”

Li Kobanê xwendekaran bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir

Tevgera Xwendekarên Demokratîk jî li dijî êrişan daxuyaniyek da.

Tevgerê diyar kir di encama êrişên dawîn yên li dijî herêmê de 5 dibistan bi temamî hatin rûxandin û wiha got:

“Em soz didin ku heta dawiyê bi çi awayî be jî ew ê xwendina xwe dewam bikin û destketiyên şehîdên xwe biparêzin.”

Li Eyn Îsa li dijî dagirkeriyê meşek hat lidarxistin

Back to top button