Meclisa Başûrê Yemenê, projeya Rêveberiya Xweser ragihand

Projeya Rêveberiya Xweser êdî li başûrê Yemenê jî tê destpêkirin.. Meclisa demkî ya wê herêmê, li bajarê Edenê û tevahiya parêzgehên başûr, ev sîstem ragihand.

Meclisê, banga piştgiriya tedbîrên Rêveberiya xweser kir û diyar kir ku “xweserî wê aramî û ewlehiya gel misoger bike”.

Weke bersiv ji hikumeta Yemenê jî, ragihandina vê gavê bi “rikeberiya çekdarî” bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve jî, serokê Desteya Erkana Giştî ya Artêşa Yemenê Sexîr Bin Ezîz anî ziman “ew ê paşê bersiveke zelal ji bo vê yekê bidin”.

11’ê Gulana 2017’an, Meclisa demkî ya başûrê Yemanê, li bajarê Edenê hat avakirin.

Back to top button