Arezû Mehmûd: YNK’ê li dijî şerê navxweyî ye û naxwaze alozî çêbibin

Parlementera Koma YNK’ê ya herêma Raperîn a parlementoya Iraqê Arezû Mehmûd, ji bo aloziya Zînî Wertê, banga lihevrûniştina aliyên siyasî yên Kurdî kir û rayedarê Iraqê xwest ku “li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker, helwestê nîşan bidin”.

Arezû Mehmûd da xuyakirin ku “YNK’ê bi her awayî li dijî şerê navxweyî ye û naxwaze Başûrê Kurdistanê bibe cihê nakokî û aloziyan”.

Arezû da zanîn ku “dewleta Tirk a dagirker bi behaneya ku PKK’ê li herêmê çalakiyan dike, êrîşan pêk tîne û got:

“Sedem çi dibe bila bibe, ev serweriya xaka Iraqê binpê dike û nabe destûr ji van êrîşan re bê dayîn.”

Arezû Mehmûd her wiha teqez kir ku “hikumeta Iraqê nikare fişarê li dewletên cîran bike û nexwecihiya wê, bandorê li Başûrê Kurdistanê jî dike”.

Parlementera Koma YNK’ê Arezû Mehmûd bang li tevahî aliyên Kurd kir ku “li hev re rûnin û bi giftûgoyê vê aloziyê çareser bikin”.

Back to top button