Nûnerên rêxistinên mafên mirovan: Divê ev qanûn were betalkirin

Her diçe, jimara nexweşên Corona di nava girtîgehên Tirkiyê de, zêde dibe. Tevî vê jî, hikumeta AKP’ê di negirtina tedbîran de bi israr e û bi awayekî eşkere girtî ji mirinê re hiştine. Nûnerên rêxistinên mafên mirovan, li ser rewşa girtiyan fikarên xwe anîn ziman.

Nûneran got:

“Divê dadgeh qanûna înfazê betal bike û li gorî mafê jiyanê bi-lez biryarê bide.”

Malbata girtiyê nexweş Denîz Yildirim ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Elezîzê ye, pêngava îmzeyan da destpêkirin.

Keça wî Asmîn Yildirim diyar kir ku tenê xwesteka wan ew e, girtiyên siyasî bi qanûnên wek hev bêne berdan.

Bi erêkirina qanûna înfazê re, AKP-MHP’ê nêzî 80 hezar alîgirên xwe yên girtî berdan, lê tenê girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê hiştin.

Back to top button