Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk de axivî, got: “Sibeha 15’ê Gulanê wê bihar bê.”
Bi dehhezaran kes hatin Qada Gundogdûyê û beriya mîtîngê govend gerandin.
‘Em ê wan di sindoqan de bifetisînin’
Endama Desteya Berdevkan a TOP’ê Julîana Gozenê ku di mîtîngê de axivî û got: “Em bang li yê qesrê dikin, em tên, em ê di 14’ê Gulanê de te di sindoqan de bifetisînin, bila şik û guman bi kesî re çênebin.”
Başak Demîrtaşê jî anî ziman ku di 14’ê Gulanê de mifte jî û çareserî jî bi we re ye.
‘Em ji bo aştî û demokrasiyê li vir in’
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî axivî û got: “Em ji bo aştî û demokrasiyê li vir in.”
‘Sibeha 15’ê Gulanê wê bihar bê’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bang kir ku her kes ji bo sindoqan wezîfeyê bigire û got: “Sibeha 15’ê Gulanê dê ev ewrên reş belav bibin û wê bihar bê.”
Li Botanê ‘Karwana azadiyê’ ya Partiya Çepên Kesk
Partiya Çepên Kesk ku li Botanê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin, xebatên xwe didomîne.
Rêxistinên navçeyan û Şirnexê yên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bi sedan wesayîtê li herêmê geriya.
Karwana ku li bajarokê Ereban ê navçeya Hezexê dest pê kir, li Cizîr, Silopiya û heta Şirnexê bi girseyî geriya.