Li Lîbyayê çeteyên dewleta Tirk xwe bi xwe pev dikevin

Senaryoya çeteyên dewleta Tirk li her derê dubare dibe.. vê carê li paytexta Lîbaya, Terablusê jî, çete xwe bi xwe, bi hev ketin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li devera Zawiya El-Dehmanî ya Terablusê, şerekî dijwar di navbera çeteyên dewleta Tirk de derket.

Çeteyan bi çekên giran û sivik herêm hejandin.

Li gorî hat zanîn, ji ber komên çete xwe bi xwe hev digirtin, ev şer rû da.

Berî çend rojan, çeteyên dewleta Tirk ji bo berdana serçeteyên xwe, gefa vekişînê ji eniyên şer xwaribûn.

Back to top button