Saziya Çandiniyê ya Minbicê: Cotkar, rêdanan ji bo erdan werdigirin

Saziya Çandiniyê ya Minbicê, erdê cotkarên ku sebzeyên havînê diçînin, keşf dikin û rêdanan didin wan. Saziyê diyar kir ku “ev rêdan ji bo amadekariyên pêşkêşkirina pêwîstiyên mazot û semadê tên dayîn”.

Ji her hektareke sebzeyên havînê mehane 400 lître mazot û 50 lître ji bo darên berhemdar diyar kirine.

Saziyê her turekî semad bi 22 hezarî wê bide cotkaran.

Heta niha 300 hezar lître mazot belav kirine, her lîtreyek bi 75 L.S ye.

Par li Minbicê, rûbera zeviyên avî û yên zebzeyên havînî, 3 hezar hetkar bû.

Back to top button