24 sal in rêber Apo girtî ye. Van salên dawî dewleta Tirk tecrîd girantir kiriye. Bêtirî 2 salan agahî jê nayê girtin. Parêzer û malbatê gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine. Lê piraniya wan hatin redkirin, yên din jî bê bersiv hatin hiştin. Di nava van 24 salan de çiqas serlêdan hatine kirin, çiqas hevdîtin hatine kirin û çiqas serlêdan hatine redkirin û bê bersiv hiştin em di vê raporê de bibînin.
24 salin Rêber Apo li girava Îmraliyê dîl girtî ye.
2 sal û nîv in ti agahî jê nayê girtin.
Tecrîd li ser hatî ferzkirin û mafê wî tê xwarin.
Dewleta Tirk a dagirker ji roja Komploya navneteweyî heta niha bi şêwazê tecrîd di nav tecrîdê de li dijî Rêber Apo pêk tîne.
Li dijî vê tecrîdê di nava 24 salan de parêzeran ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin.
Li gorî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzeran 7105 serlêdan kirin.
Ji wan parêzeran 524 carî karîbûn hevdîtinê bi rêber Apo re pêk bînin.
Û 6 hezar û 581 carî jî serlêdan hatine redkirin û bê bersiv hatine hiştin.
Ne tenê parêzeran, malbata rêber Apo jî gelek serlêdan kirin.
Malbatê di nava 24 salan de 736 serlêdan kirin.
Ji 736 caran tenê 156 carî destûra hevdîtinê hat dayîn.
Û 580 carî jî serlêdan bi hincetên cuda hatin redkirin û bê bersiv hatin hiştin.
Di nava van salan de CPT’î jî 8 caran çû Îmraliyê û rewşa li wir şopand.
Piştî girtina Rêber Apo yekem car di 2’ê Adara 1999’an de CPT’î serdana Îmraliyê kir.
CPT di rapora xwe de got: ”Nabe Abdullah Ocalan bi tena serê xwe li girtîgehê bê hiştin.”
Piştî wê carê û ji sala 2000’î heta niha CPT’î 7 serdanên din kirin.
6 serdan bi raporan bi raya giştî re hat parvekirin û ev tişt got:
”Qedexekirina hevdîtinan zêdeyî sê mehan ji bo girtiyekî rewşeke cidî ye.
Nabe ku heta bi hetayê Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke awarte de bê hiştin.
Divê îzolasyona li Îmraliyê bi dawî bibe.
‘Cezayê Dîsîplînê’ yê ku dewleta Tirk bi kêfî dide, nayên qebûlkirin.
CPT’î naveroka serdana xwe ya herî dawî ku di sala 2022’an pêk anî bû, parve nekir.
Gelo çi gûherî ku CPT’î ya ku berê naveroka serdanên xwe eşkere dikir naveroka serdana xwe ya dawî eşkere nekir, ev yek gumanên derbarê rewşa ewlehî û tendûristiya rêber Apo de zêdetir dike.



