HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got: “Gerîlayên azadiyê ku ji xeta berxwedanê tavîz nade, bi têkoşîna destanî nûneriya hêviya azadiyê ya gelên me dike û rolê xwe dîrokî dilîze.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayê şehîd eşker kir.

HPG’ê diyar kir ku Hevrêyên wan Rojhat Hebeş, Rojda Demhat û Şoreş Serhildan ku bi têkoşînên xwe bûn afirênerên siberojên azad, li qada Metînayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de HPG’ê behsa kesayeta gerîla Rojda Demhat kir û got:

Hevrêya me Rojda li Xîzanê ya Bedlîsê di malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Weke her jin û ciwanên Kurd ên bi rûmet, ew jî di wê baweriyê de bû ku divê li dijî êrîşên hovane û qirkirinê di nava têkoşîneke aktîf de be û li ser vê bingekê tevlî nava tevgera azadiyê dibe.

Hevrêya me Rojda ya ku di pêşxistina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de kedeke mezin da.

Ew piştî rizgarkirina Kobanê di şerê li dijî çeteyan de cih digirt, di Pêngava Sirînê de birîndar bû û demekê tedawî dît.

Hevrêya me ji bo şerê li dijî dagirkeran derbasî Metîna bû, li vê derê tevlî gelek çalakiyan bû û karî hêrsa xwe ya mezin a li dijî dijmin veguherîne çalakiyê.

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye..

Nasnav: Rojhat Hebeş
Nav û Paşnav: Mecîd Mahmûdî
Cihê ji dayikbûnê: Kotol
Navê Dayik: Zubeyde
Navê Bav: Hasan
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeh 2023 / Metîna

Nasnav: Rojda Dîlan Demhat
Nav û Paşnav: Kezban Akşin
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik: Saadet
Navê Bav: Şemsettîn
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeh 2023 / Metîna

Nasnav: Şoreş Serhildan
Nav û Paşnav: Salih Silêman Ereb
Cihê ji dayikbûnê: Hesekê
Navê Dayik: Hiyam
Navê Bav: Silêman
Cih û dîroka şehadetê Hezîran 2023 / Metîna

Back to top button