Rûsya: Di êrişên Ukrayna ên li dijî belgorodê de 3 kes birîndar bûn

Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku hindik maye du salên xwe tije bike bi dijwarî didome.
Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê şevê din bi moşekan êrişî herêma Bolgorod kiriye û 3 kes birîndar bûne.

Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku ji 24’ê Sibata 2022’an ve destpêkirî bi dijwarî didome.

Heta niha ji ber şer bi deh hezaran kes mirine û birîndar bûne û bi milyonan kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê şevê din bi moşekan êrişî herêma Bolgorod kiriye û di encamê de sê kes birîndar bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin sîstema parastinê ya hewayî 10 moşekên RM-70 Vampîr xistine xwarê.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov jî li ser Telegramê derbarê êrişê de daxuyanî da û hate gotin; “Bajarê Belgorodê şevê din dîsa di bin bombebaranê de bû, 3 kes giran birîndar bûn. Pencereyên du malan şkestin û hejmareke zêde wesayîtan jî ziyan dît.”

Heta niha derbarê mijarê de Ûkraynayê daxuyanî nedaye.

Li aliyê din hate ragihandin hêzên Rûs yên hewayî li Bendera Krasny çar navendên kontrolê û sê deverên artêşa Ûkraynayê rûxandine.

Derbarê mijarê de ji navenda ragihandinê ya Koma Yekîneyên Navendî ya Rûsyayê Leonid Sharov ji Spûtnîkê re axivî û got,

“Hêzên Operasyonê yên Rûs li Bendera Krasny çar deverên çavdêriyê û koordînê, sê dever û qada kombûna ekîpmanê yên artêşa Ûkraynayê îmha kir.”

Her wiha Sharov ragihand ku hêzên hewayî yên Rûs li dijî çeperên gelek Tûgayên artêşa Ûkraynayê jî êriş pêk anîne.

Kremlîn: Êrişên li dijî Rûsyayê bi çekên Rojava tên kirin

Derbarê êrişên Ûkraynayê yên li ser Belgorodê de Dmitrî Peskov jî bersiv da pirsên rojnamevanan.

Peskov rêveberiya Ûkrayna bi êriş birina ser sivîlan tawanbar kir û wiha got,

“Li navenda bajar de hêzên leşkerî tune ye. Artêşa me ji bo vê xeteriyê ji holê rake çi ji dest bê wê bike. Ji bo vê jî operasyonên leşkerî yên taybet didomin.”

Peskov diyar kir ku êrişên li dijî Rûsyayê bi çekên li Rojava tên çêkirin tên kirin û got,

Êrişên beriya serê salê yên li dijî navenda Belgorodê bi çekên Almanya, Fransa, Îtalya, Amerîka û yên hatin kirin.

Back to top button