Tecrîda li ser Rêber Apo di nava gelê Kurd de rê li ber fikarên mezin vekiriye û nerazîbûn û çalakiyên ji bo Azadiya Rêber Apo dewam dikin.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bernameya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan eşkere kir.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Daxuyanî bi amadebûna endamên însiyatîfê, nûnerên meclis û saziyên civaka sivîl li bajarê Qamişloyê hat xwendin.
Endamên însiyatîfê Mistefa Ehmed û Safiya El Gi’ûd daxuyanî xwendin.
Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo wê bi dirûşmeya
“Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e” were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Dewleta Tirk a faşîst Rêber Apo ji mafên wî yên herî biçûk mehrûm kiriye û tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye.
Bi vê yekê tevahî pîvan û qanûnên naveteweyî yên mafên mirovan bin pê dike.
Em hevgirtina xwe bi Rêber Apo radighînin û berxwedana wî ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst silav dikin.”
Li gorî daxuyaniyê dê li ser asta herêma Cizîrê; Dêrik, Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê kon ji bo du rojan werin vegirtin.