Kiryarên çeteyan li herêmên dagirkirî

Şer, alozî û hovîtiya li herêmên dagirkirî dewam dike.
Çete rojane li ber çavên Cîhanê kiryarên dijmirovî û exlaqî pêk tînin.
Li Efrînê welatiyekî din hate revandin û ew birin Tirkiyê. Li Ezazê jî ciwanek kuştî hate dîtin.

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dewam dike.

Bi taybetî li Efrînê warê zeytûnê hovîtiyek ku tevahî sînor derbaskirine li dijî gel û xwezaya wê tê kirin.

Çeteyan Nezîr Kehlo revandin birin Tirkiyê

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand di 21’ê Tebaxê de Nezîr Kehlo yê ji gundê Senara ya navçeya Şiyê hatibû revandin.

Efrîn NEWS da zanîn ku çeteyan Kehlo piştî êşkenceya di girtîgehên li Efrînê lê kirin, di encamê de bi her du çavan nema dibîne berî çend rojan ew birin bajarê Edene yê Tirkiyê.

Malbata Nezîr Kehlo jî bang li sazî û rêxistinên hiqûqî yên Tirkiyê kir ku bikevin nava tevgerê, ji ber rewşa wî ya tenduristî pir xeter e.

Ji bo berdana Mistefa Mûrad 6 hezar dolar fidye hate xwestin

Li Cindirêsê jî welatiyê bi navê Mistefa Mûrad ji aliyê MÎT’a Tirk ya li Efrînê ve hate revandin.

Hate diyarkirin Mûrad ber bi cihekî ne diyar ve birin û li hember berdana wî 6 hezar dolar fidye ji malbata wî hate xwestin.

Mêtingeheke nû li Babê tê avakirin

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagirkirî de jî avakirina mêtingehan dewam dike.

Hat ragihandin dewleta Tirk a dagirker li gundê Sermatê yê Babê mêtingeheke nû ya bi navê bajarê Kerama ava dike.

Ev mêtingeh bi hevkariya komeleya ′Qeter a Xêrwaziyê′ ya girêdayî Îxwanan tê avakirin û firehiya mêtingehê 500 hezar metrekab e.

Li Ezazê ciwanek kuştî hate dîtin

Li gorî malpera Efrîn POST li Ezaza dagirkirî jî cenazeyê ciwanekî kuştî li ser rêya di navbera Cariz û Ezazê de hate dîtin.

Navê ciwanê kuştî jî Teysîr El Hemdoş e û wekî ajokarê erebeyekê kar dikir.

Çeteyan Şiyar Şêxo yê ji Bilbilê revandin

Back to top button