Reqa-5 kesên ku madeyên hişbirê difrotin hain girtin

Hêzên Asayîşê li Reqayê 5 kesên ku madeyên hişbir difrotin girtin.

Derbarê mijarê de Asayîşê ev agahî parve kirin:

27’ê Tîrmehê, hêzên me yên li dijî madeyên hişbir li Reqayê 5 kesên ku ev made difrotin û bikar tanîn girtin.

Her wiha hêzên me hemû madeyên hişbirê yên bi wan kesan re jî desteserkirin ku miqdarek mezin bû.

Asayîşê bang li welatiyan kir ku bi hêzên wan re alîkar bin û eger guman li ser kesekî dîtin agahî bidin wan.

Back to top button